Li Burkîna Faso serokomarê welat hate binçavkirin

Li Bûrkîna Faso ku welatekî li rojavayê Afrîkayê ye, alozî û metirsî zêde bûye. Li welat nîşandeyên darbeyê heye. Xwepêşandanên li dijî Serokomar Kabore û tevgera leşkerî, reşek metirsîdar daye avakirin. Tê gotin, Kabore hatiye binçavkirin.

Burkîna Faso di nava dumanê de maye.

Li nava welat jî xwepêşandan veguherîne pevçûnan.

Li Burkîna Faso alozî û metirsiyên di nava demên dawiyê de derketî, di asta herî jor de ye.

Hat ragihandin ku Serokomarê Roch Christian Kabore piştî bihîstina dengê çekên li derdora avahiya wî ji aliyê komeke leşkeran ve hatiye binçavkirin.

Du çavkaniyên ewlehiyê û dîplomatekî Rojavayê Afrîkayê ji ajansa Reutersê re gotin,

Serokê Burkîna Faso Kabore li navendeke leşkerî hat binçavkirin.

Li derdora avahiya Serokomariyê ya Burkîna Fasoyê wesayîtên zirxî hatin dîtin û şahidan gotin, dengê çekan hat bihîstin.

Doh li gelek deveran dengên çekan hatin bihisitin.

Piştî vê yekê fikarên gelo darbe pêk hat derketin.

Lê hikumetê ev yek red kiribû.

Lê balkêşe ku îro xwegihandina dezgehên hikumetê nepêkane.

Ni nava herêmên welat bêdengiyek zêde heye.

6 sanî dimen biherikêne

Li Bûrkîna Fasoyê di 22’ê Mijdarê de li eyaleta Sanmatengayê di êrîşa ku hat kirin de 9 jê leşker 19 kes hatibûn kuştin.

Di êrîşa 14’ê heman mehê li herêma Sahelê de 49 jê leşker 53 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî vê yekê ji bo îstifa Serokdewlet Roch Christian Kabore li gelemperiya welêt çalakî hatin lidarxistin.

Mirina leşkeran ya di êrîşên terorîstî de, li welat rê li ber nîqaşên aloz vekir.

Kabore ku ji ber têkçûna wê ya di têkoşîna dijî terorê de hat rexnekirin, di 9’ê Kanûnê de Serokwezîr Joseph Marie Dabire ji wezîfeyê girt û du roj şûnda Lassina Zerbo li şûna wî erkdar kir.

Komên terorîst ên girêdayî El-Qaîde û DAIŞ’ê yên li Malî ya cîran ji sala 2015’an ve gelek caran êrîşên li bakur û rojhilatê Burkîna Faso pêk tînin.

Back to top button