Blinken: Cezayên li dijî Rûsya wê di qonaxa dawiyê de bên ferzkirin

Kîev dixwaze, ceza niha li ser Moskow werin ferzkirin. Li hemberî vê yekê Ewropa û DYA cuda difirkirin. Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken got, Pêkanîna cezayan wê di qonaxa dawiyê de pêk were. Ji bo bikarin fikrê Rûsya yê pêkanîna şerekî berfireh rawestînin.

Waşîngton jî di mijara pêkanîna cezayan li ser Rûsya ku di dema niha de, mîna Kîevê difikire.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) Antony Blinken têkildarî rewşa li sînorê Ûkrayna bi televizyonên CNN, CBS û NBC re hevpeyivînên cuda pêk anî.

Antony Blinken hewil da gotina Serokê DYA Joe Biden ya di nava hefteyê de ku gotibû, “Eger destwerdanek piçûk çêbibe, wê demê em ê li ser ka emê çi bikin, pevbiçin.” xwest zelal bike.

Lê dema ev yek pêk di anî jî, daxwaza Serokdewletê Ûkrayna Vladimir Zelenskiy ya pêkanîna cezayan li ser Rûsya niha bê kirin jî paşxist.

Ez ji wê bawerim ku wê Ewropa di nava hevkariyê de bersivê bide

Di hevpeyvîna NBC de, Blinken, ku pirsên Chuck Todd yên derbarê daxuyaniyên Biden de red kir, dubare kir ku ew ê li dijî destwerdanên leşkerî û siyasî yên Rûsyayê, ligel Ewropayê cezayan bisepînin.

Blinken li ser pirsa Todd ya derbarê vê mijarê de ku li Ewropayê, nemaze li Almanyayê jî yekgirtin heye got,

“Li ser bingeha gelek şêwirdariyên min bi hevalbend û hevkarên Ewropî re, bersivek bilez, lihevhatî û di heman demê de yekgirtî bû.

Ez pir bawer im ku dê bibe.”

Wezîrê Karên Derve yê DyA di her sê hevpeyivînan de dubare kir ku ger artêşa Rûsyayê derbasî Ûkraynayê bibe, ew ê toleyên bilez û pir tund li ser Moskowê bisepînin.

Antony Blinken di hevpeyvîna xwe ya CNN de, wiha got: “Eger yek serbazê nû yê Rûs bi tundî têkeve Ûkraynayê, ew ê bibe sedema bersivek bilez, tund û yekgirtî ji me û ji Ewropayê.

Her weha tiştên din jî hene ku Rûsya dikare bêyî destwerdana leşkerî li Ûkraynayê bike.

Em ji bo çalakiyek bilez û birêkûpêk amade ne.

Em li her senaryoyê dinêrin, ji bo her senaryoyekê amadekarî dikin.”

Blinken: Cezayan niha li ser Rûsya ferz bikin

Blinken di hevpeyvîna xwe ya li gel televîzyona CBS jî bi bîr xist ku tevî hevdîtinên dîplomatîk ên DYA û Rûsyayê û gefên li ser Moskowayê alozî kêm nebû.

Li ser pirsa ku çima cezayên Ûkrayna dixwaze niha li dijî Rûsya nayên pêkanîn ev bersiv da.

“Me alîkariyên leşkerî yên girîng pêşkêşî Ûkraynayê kir.

Em li dijî ajanên Rûsyayê yên li Ûkraynayê tevdigerin.

Lê ji bo toleyan, tiştê herî girîng em dikarin bikin ew e ku wan wekî rêgiriyê bikar bînin da ku Rûsya ji êrîşeke din dûr bixin.

Ger ceza niha werin ferzkirin, wê demê hûn bandora xwe ya astengkirinê winda dikin.”

Back to top button