DYA 80 ton çekên din dişîne Ûkrayna

Ji Ewropa û DYA bi tonan çek ji bo Ûkrayna têne şandin. Ji 2014’an ve aloziya herî mezin ya li sînorê welat xuya dike. Wezîrê Parastinê yê Ûkrayna Reznikov ragihand ku DYA 80 ton çekên din jî ji Kîevê şand. Her wiha Wezareta Karên Derve ya DYA ji welatiyên xwe xwest ku ji Ûkrayna derkevin.

Li sînorê Ewropa Rûsya amadekariyên şerekî mezin tê kirin.

Ji despêka salê ve êdî, bi awayekî eşkere çek bo sînor têne veguhestin.

Rûsya ku bi deh hezaran leşkerên xwe li sînorê bi Ûkrayna re bicih kirî, di heman demê de sewqiyatan bû Belarûsê jî pêk tîne.

Tevî hezaran leşkerî, Sîstema parastina esmanî ya S-400 û balafirên Su-35 jî şandiye herêmê.

Li dijî vê yekê Îngilistan, welatên Ewropa û Amerîka jî piştevaniya ji bo Kîevê dikin.

Piştî Îngilitanê DYA jî çekan bo Kîevê dişîne.

Amerîka piştî şandina 90 ton çek bû Ûkrayna, beşke din a çekan dişîne.

Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê Aleksey Reznikov di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got,

“Çûka duyemîn li Kîevê ye!

Ji bo xurtkirina parastina Ûkrayna, bêtirî 80 ton çek ji hevalên me yên li DYA yê hatine şandin.

Ev ne şandina dawî ye.”

DYA ji bo pêdiviyên parastina Ûkraynayê 200 milyon dolarên din jî wek alîkarî veqetandine.

Hêjmara alîkariyên leşkerî yên ku Amerîka di sala 2021’an de pêşkêşî Kîevê bû 650 milyon dolar û ev jî asta rekorê ye.

Ûkraynayê ji sala 2014’an vir ve 2,7 milyar dolar alîkarî wergirtiye.

Wezareta Karên Derve ya Amerîka îro jî ferman da ku malbatên dîplomatên Amerîkî yên li Ûkraynayê bên tehlîyekirin.

Ev yek jî bi îdiayên ku “Metirsî heye ku Rûsya dest bi operasyoneke leşkerî bike” pêk hat.

DYA Bang li welatiyên xwe kir ji kîevê derkevin

Hin xebatkarên balyozxaneya li Kîevê jî dikarin bi dilxwazî ​​ji welêt derkevin.

Hemwelatiyên Amerîkî jî tê şîret kirin ku ji Ûkraynayê derkevin û neçin Rûsyayê.

Hikumeta Kîevê piştî vê daxuyaniyê xemgîniya xwe anî ziman.

Wezareta Karên Derve ya Ûkrayna bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ev biryar pir zû hatiye dayîn.

Wezaretê got, ev nayê wateya ku wê tevahî dîplomatên Waşîngton ji welat derkevin.

Amerîka îdia dike ku Rûsya di her kêliyê de dikare êrîşî Ûkraynayê bike.

Her çiqasî Moskow van îdiayan red dike jî lê heta niha nekariye Ewropa û DYA îqna bike.

Back to top button