Bi mûşekan êrişî Erebîstana Siûdî hate kirin

Bi mûşekên balistîk careke din êrişî Erebîstana Siûdî hate kirin. Koalîsyona Erebî a li Yemenê ragihand ku di êrîşa mûşekên balîstîk ya li ser navçeyeke pîşesazî ya li parêzgeha Cîzanê ya Erebîstana Siûdî de kesek birîndar bûye.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî hat dayîn de, hat diyarkirin ku li bajarê Ahad El Masarihe yê Cazanê a herêma pîşesaziyê ye mûşekek balîstîk lê ketiye.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de kesek birîndar bûye.

Bi vê yekê re ev bû cara sêyemîn li dijî herêmê êriş pêk tên.

Di daxuyaniyê de, berpirsên êrişê qet ne hatiye diyarkirin.

Hûsiyan gelek caran herêmên başûrê Erebîstana Siûdî bi mûşekên balîstîk û balafirên bêmirov kirine armanc.

Li Yemenê ku ev demeke dirêj e bêîstîqrariya siyasî lê serdest e, di navbera Hûsiyan û hêzên girêdayî hikûmetê de şer diqewimin.

Di dema ku Hûsiyan ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêmên din xistiye bin kontrola xwe, hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dikin.

Back to top button