NATO balafir û keştiyên şer dişîne Ûkrayna

Tevî bang û hişyariyan jî aliyên ji aloziya Ûkrayna berpirsiyar ji a xwe nehatin xwarê. Rûysa bêtirî 100 hezar leşkerên xwe li sînor bicih kirine. Hukûmeta Ûkrayna dibêje, wê Mosko bi tevgereke dagirgeriyê rabe. Hêzên Rojavayî jî eşkere ragihandin ku ew ê li hemberî hewldana êrişê destekê bidin Kieve. Tifaqa leşkerî ya ku nûnertiya welatên Rojava dike NATO eşkere kir ku ew ê hê zêdetir balafir û keştiyên şer bişîne Ûkrayna.

Tifaqa Leşkerî ya hêzên Rojavayî NATO têkildarî aloziya Ûkrayna daxuyaniyek da.

Ni naveroka vê daxuyaniyê eşkere dibe ku alî xwe ji bi şerekî mezin amade dikin.

Herî çendî Mosko îdîa dike ku ti niyeta wê ya êrişa li dijî Ûkrayna tine ye jî lê hêzên Rojava bi vê yekê bawer nakin.

Lewam li ser hev hişyariyê didin Rûsyayê.

Piştî alîkariya Amerîka û Îngilîstanê, NATO jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew di nava amadekariyan de ye.

Ji bilî tiştên heta niha hatine şandin, NATO wê balafir û keştiyên şer li Ûkrayna bicih bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin,

Ev gava li dijî hewldanên Rûsya ên dagirkirina Ûkrayna hatine avêtin.

Li gorî vê; Danîmarka Hêza Deryayî bişîne û her wiha 4 balafirên wê yên F-16 wê li ser ezmanên Lîtvanya bi karê kontrolê rabin.

Îspanya, wê balafirên şer bişîne Bulgarîstanê.

Her wiha wê keştiyên xwe ên şer jî li herêmî tevlî yên NATO bike.

Fransa wê leşkerên xwe bişîne Romanyayê.

Hollanda jî ji meha Nîsanê ve bi balafirên xwe ên F-35 li Bulgarîstanê bixe nava tevgerê.

Beriya niha Amerîka û Birîtanyayê jî bi dehan ton alavên leşkerî radestî artêşa Ûkrayna kirin.

Back to top button