QSD: 6 ÇETE TEVÎ SERÇETYÊ WAN HATIN KUŞTIN

Hêzên Sûriya Demokratîk roja 15 Gulanê ragihand ku ew li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê dest bi operasyonê dikin.

QSD’ê herî dawî eşkere kir ku 6 çete tevî serçetyê şaneyê li gundewarên Dêrazorê hatin kuştin.

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku, ew operasyona xwe li dijî şaneyên veşartî didomînin.

Navendê eşkere kir ku, hêzên wan yekîneyên taybet bi hevkariya Koalîsyona navdewletî operasyonek taybet li herêma “Tiwêmîn” a li Bakur Rojhilatê Dêrazorê pêk anî.

Di encamê de, 6 çeteyên DAIŞ’ê tevî serçetyê şaneyê hatin kuştin.

Di operasyonê de, hemû çekên bi çeteyan re ketin destê şervanan.

Roja 17 mehê Hêzên Sûriya Demokarîk ragihand ku wan di operasyona xwe de 42 çete ji şaneyên veşartî girtin.

Leave a Reply

Back to top button