Talîban li Oslo bi rêveberên Ewropa re dest bi hevdîtinan kir

Piştî Talîbanê welat kontrol kir û het aniha cara yekeme bi awayekî fermî serddana welatekî Ewropa dike. Şandeya Talîban wê 3 rojan li bajarê Oslo yê Norwêcê bi rêveberên Ewropa re hevdîtinan pêk bîne. Li dijî serdana şandeyê Efxanên li welat, bertek nîşan dan û xwestin hikumet hevdîtinê pêk ne êne.

Di demekê ku rewşa li Efxanistanê kembax bûye, şandeyek ya Talîbanê berê xwe da Ewropa.

Şandeya Talîbanê şevê din gihişt bajarê Oslo yê Norwêc ê.

Mijarên sereke yên nîqaşê, krîza aborî û binpêkirina mafê mirovan ya li welate.

Li Efxanistnaê ku bihayê pêwistiyên jiyanî zêde dibe, nirxê pereyê xwe jî her ku diçe dadikeve.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihand ku li welat ji sedî 95 pêwistiya xelkê bi alîkariyê heye.

Ji van ji sedî 55 rewşa wan di asta metirsîdar de ye.

Ji şandeya Talîbanê Seyfullah Ezam ji ajansa Associated Press (AP) re axivî û got.

“Cemidandina pereyê Efxan yên di bankên giştî de û helwesta li dijî nêrîna siyasî em naxwazin tevahî Efxan werin cezakirin.

Li cihê cezakirinê pêwiste alîkarî were kirin.

Tê pêşdîtin ku welatên Rojava jî li ser hikumetekî hîn berfirehtir û parastina mafê mirovan raweste.

Bi hatina hikumeta Talîbanê ser deshilatdariya welat re, çalakvanên mafên mirovan û rojnamevan jî bûne hedef.

Talîban bi şandeyeke ji 15 kesan pêk tê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Amir Xan Muteqqî li Osloyê ye.

Heta niha, ti welatekî hikûmeta nû ya efxanistanê nas nekiriye.

Hevdîtina şandeya Talîban li Oslo li nava welat jî nêrînên cuda derxist

Hevdîtin, di navbera Efxaniyan de jî bû sedema cudabûna nêrînan.

Li gorî nûçeya BBC, hin Efxan dema ku balê dikişînin ser girîngiya hevdîtinan, beşê din jî diyar kirin ku divê Talîban ji bo paytextên Ewropayê neyên vexwendin.

Efxanên li Norweçê naxwazin hikumet bi Talîbanê re bicive

Li dijî hevdîtina li gel şandeya Talîbanê, komek Efxanên ku xizmên wan li ser Talîbanê hatine kuştin, çalakiyek pêk naîn.

Di çalakiyê de, malbatan anîn ziman ku pêkanîna hevdîtina li gel şandeya Talîbanê tê wateya, pêkenîna li pêşberî wan.

Çalakgeran xwestin ku li tel terorîstan hevdîtin neyê kiriy.

Back to top button