ENKS’ê, DAIŞ weke “xelkê” û êrişê jî weke senaryoya PKK’ê binav dike

Di roja 5’an de hêzên parastinê li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi pêşengiya QSD’ê li ber êrişa hovane a çeteyên DAIŞ’ê radibin. Li Rojava hema bêjin hemû aliyê siyasî li dijî DAIŞ’ê piştevaniya QSD’ê dikin. Lê ENKS ne di nava wan de ye. Bi gotina wan, yê ji zindana Xwêran reviyan e “xelk” û êriş jî senaryoya PKK’ê ye. Yanî PKK’ya ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi hezaran şehîd dane..

Di dîroka Kurdan de, her çendî aliyên siyasî weke dijberên hev hatibin dîtin jî lê dema mijar bûye qedera netew û destketiyên Kurdistanê rewş hatiye guhertin.

Weke dema êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kerkûk û hin herêmên Başûrê Kurdistanê.

Hat dîtin ku çawa PKK’ê bi sedan gerîllayên xwe şandin van deveran û li gel pêşmergeyan di heman çeperê şer û berxwedan hate kirin.

Dîsa yek ji mînakên vê helwestê yên herî ber bi çav, Şengal û Kobanê ye.

Û her gavê di rewşên wiha ên aloz de gelê Kurd li benda yekrêziya hêzên xwe ên siyasî ye.

Bi taybet jî li Rojavayê Kurdistanê.

Lê hêzeke li vî beşê welat heye ku ew ti carî nebû alîgirê têkoşîna li dijî DAIŞ û êrişkarên dagirker.

Xwe weke beşeke “Îtîlafa Sûrî” dibîne ku vê hêza bi desteka Tirkiyê Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagirkir kirine.

Yan jî li hemberî êrişên DAIŞ’ê xwe bêdeng dike.

Heta di qonaxên herî zor ên şer de, dijberiya xwe a li hemberî YPG’ê eşkere kir.

Ji hebûna çeteyên biyanî yên li Efrîn û Serêkaniyê razî ne, li têkoşîna ciwanên Kurd ku ji beşên din ên Kurdistanê hatine weke dagirkeriyê binav dikin.

Li hemberî her pirsgirêka biçûk, li dijî Rêveberiya Xweser radibin, lê talankirina mal û milkê Kurdan,

Revandina jinên Kurd,

Û wêrankirina xwezaya Rojavayê Kurdistanê ji bo wan tişteke ji rêzê ye.

Herî dawî ENKS’ê ev helwesta xwe li hemberî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Girtîgeha Hesekê jî dûbare kir.

Kesê binavê Nûrî Birîmo ku yek ji berpirsên ENSK’ê ye têkildarî êrişa DAIŞ’ê axivî.

Birîmo gotina partiya xwe navdar ku 10 salên nehatiye guhertin dîsa bilêv kir û got;

Tişta li Hesekê rû dide senaryo ye.

Nûrî Birîmo bi vê yekê nema û li şûna DAIŞ û hevkarên wê, dîsa êrişî nirxên gelê Kurd kir.

PKK ya Birîmo behsa wê dike, di berdêla parastina Başûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê ji êrişên DAIŞ’ê, heta niha bi hezaran şehîd dane.

Back to top button