Şehîd Xelîl Bekî li Kobanê hat oxirkirin

Cenazeyê Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bekî ku di encama qezayê de şehîd bibû li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hat oxirkirin.

Şehîd Xelîl Bekî bi nasnav Xelo Reş, 21`ê Çile di encama qezayekê şehîd bû.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêniyên Kobanê tevlî merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Firatê Hedle Hesen axivî û got: Şehîd Xelîl Bekî soza xwe bi cih anî û di oxira parastina herêmê de şehîd bû.

Her wiha hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a şaxa herêma Firatê Bekir Hec Îsa jî axivî û got: “Dewleta Tirk bi êrişên li dijî Hesekê ji cîhanê re isbat kir ku ew parazvanê terorê ye û armanca wan têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye.”

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button