Operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê

Ji roja pênşemê di seatên êvarê de şer li taxên Zihûr û Xiwêran piştî êrişa li ser girtîhega Sînaa dewam kir…
Hêzên QSD’ê, duh DAIŞ’î di sûrên girtîgeha Sînaa ya Hesekê de dorpêç kirin…
Îro, 300 çeteyên di avahiyeke girtîgehê de xwe radestî hêzên QSD’ê û Asayîşê kirin..
Her wiha li taxa Xiwêran jî şaneyeke DAIŞ’ê ya 8 çeteyan hat tunekirin..

Çeteyên xwekuj ên DAIŞ`ê şeva pêncşemê êrişî girtîgeha Xiwêran a girtiyên DAIŞ`ê kir.

Çeteyan erebeyeke bombebarkirî li rex sûrên girtîgehê teqandin û hemwextî wê motorsîklêtekî bombebarkirî li nêzî deriyê sereke yê girtîgehê ku ji taxa Zihûr berê xwe da wir teqiya…

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êriş şikand, derdora girtîgehê û taxên li rex girtîgehê dorpêç kirin…

Di 3 rojan de li taxên Xiwêran, Zihûr û Meqabir şerên dijwar qewimîn..

Îro jî bêdengiyek li van taxan heye û şer di sûrên girtîgehê de maye..

Helîkopter û balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê li asîmanê bajêr digeriyan..

Çeteyên DAIŞ’ê yên dorlêgirtî, 700 zarokên ji Eşbal El-Xîlafa yên DAIŞ’ê ji xwe re kirine mertal…

QSD`ê duh bi daxuyaniyekê eşkere kir ku astengiya herî mezin li pêşiya pêşketina wan, ev zarokin ku di hucreyên cuda de ji bo rehabîlekirinê hatibûn bi cih kirin û DAIŞ’ê niha ji xwe re kirin mertal..

Bi ragihandina Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ji qedexeya giştî re li Hesekê, li taxên bajar liv û tevger kêm e….

Di seatên nîvro yên îro de, di sûrên girtîgehê de careke din şer giran bû…

Navenda Ragihanda QSD : 300 çeteyên DAIŞ’ê xwe radest kir

Navenda ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku piştî bangên ji bo çeteyan da ku xwe radest bikin, hêzên QSD’ê ketin avahiyeke girtîgehê û li vir 300 çeteyî xwe radest kir…

Herwiha li gorî ragihandina QSD’ê, hêzên Ewlekariyê û QSD’ê lêgerîna li taxa Xiwêran jî didomînin..

Li vir, hêzên operasyonê rastî komeke çeteyan hatin, şer rû da û 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û şervanekî QSD’ê şehîd bû..

 

Back to top button