Ebdo Henîfî yê 4 salî di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Qeremox ê Kobanê de lingekî xwe winda kir. Rêveberiya Xweser dermankirina Ebdo girte ser xwe.
Bijîşkan anî ziman ku dema Ebdo bibe 18 salî divê lingek çêkerî jê re were peydakirin û divê her şeş meh were guhertin.
Bavê Ebdo Mistefa Henîfî ji ber rewşa madî ya nebaş nikare kurê xwe derman bike.
Ji bo wê serî li gelek rêxistinên mafên zarokan û mirovan daye, lê heta niha ti rêxistinekê bersiv nedaye.
Mistefa Henîfî got: “Ez naxwazim tiştê bi serê kurê min hatiye bi serê ti zarokên din were.
Ez bang li hemû rêxistinên mafên zarokan û mirovan dikim ku van sûcên dewleta Tirk rawestînin.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn eşkere kir ku Rêveberiya Xweser dê dermankirina Ebdo Henîfî bigre ser xwe.
“Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê wê dermankirina Ebdo Henîfî ji dema birîndarbûnê, heta 18 salîyê bigre ser xwe.”