Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 3 welatî revand û 105 dar jî birin

Sûc û hovîtiya Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin. Çeteyan 3 welatî di nava wan de jinek ji navçeyên Şera û Bilbilê revandin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê çeteyên dewleta Tirk li gundê Qitmê yê bi ser navçeya Şera jina bi navê Xedîce û hevjînê wê yê bi navê Adil Oso Osman yê 45 salî revandin.

Çeteyan ev kesên revandî birine cihekî nediyar û agahî ji wan nayê girtin..

Li navenda bajarê Efrînê jî çeteyan bi ser mala welatiyê bi navê Ehmed Sebrî yê ji gundê Qurnê ya Bilbilê de girt û Sebrî revand…

Herwiha çeteyan 105 dar li gundê Til Tewîl û derdora girê Eyn Dara yên nêzî navenda Efrînê birîn.

Back to top button