ERDOGAN: EM Ê JI BO HILBIRÎNA S-500 BI RÛSYAYÊ RE BICIVIN

Xuya ye Erdoganê dagirker rûnanê.
Hîn kirîna pergala fûzeyên S-400 safî nekiriye, behsa S-500 dike.

Serokê hikumeta AKP’ê Receb Teyep Erdogan ragihand ku kirîna pergala S-400 a Rûsî lihevkirinek bêveger e.

Erdogan idia kir ku piştî S-400 wê dewleta Tirk bi Rûsyayê re pergala parastinê ya S-500 hilbirîne.

Li gorî Erdogan, bikaranîna herdu sîstemên S-400 û F-35 ti pirsgirêkên xwe tune ye.

Erdogan teqez kir ku kengî mabe wê balafirên F-35 werbigirin û Aemrîka nikare vê yekê qedexe bike.

Berpirsine Amerîkî gotibû kirîna Tirkiyê ji pergala S-400 re wê ewlehiya F-35 têxe xeteriyê.

Berî niha parlamenterên Amerîkî doza beltakirina lihevkirina S-400 ji Tirkiyê kiribû.

Her wiha Waşinton hişyarî jî dabû wê ku eger dest ji vê lihevkirinê bernede, wê were cezakirin.

Leave a Reply

Back to top button