Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: Herêmên dagirkiriya Tirk li ser xelkê deverê xeter in

Komîteya Koçberên Serêkaniyê têkildarî metirsiyên şaneyên Daiş’ê yên veşartî li Hesekê da zanîn ku herêmên dagirkirî ji tevahî rêxistinên terorîst re bûne baregeh.

Komîteya koçberên Serê Kaniyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku herêmên dagirkirî gefên yekser li ewlehiya herêmê û Sûriyê dixwin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di vê dema dawî de bi rêya rêzeêrişên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wê û şandina terorîstan ji herêmên ewle re êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Armanca van êrişan aramiya giştî li herêmê têk bibin û tirsandina şêniyên ku koçber bibin û ji nû ve rêxistinên terorîst mîna “rêxistina DAIŞ’ê” zindî bibe.

DAIŞ’ê bi êrişên xwekuj û erebeyên bombebarkirî êriş kir, da ku girtiyan birevînin û xwe ji nû ve li hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo berjewendiya dewleta Tirk bi cih bikin.

Her wiha bang li civata navneteweyî û hêzên têkoşîna li dijî terorê kir ku bi cidî û berpirsyaryeke mezin bixebitin ku dosyaya rêxistina DAIŞ’ê bi dawî bikin.

Back to top button