Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 çeteyên DAIŞ`ê li Hesekê girt û miqdareke mezin a çek û cebilxaneyan desteser kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrriyê di vê derbarê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di operasyonên lêgerînê hêzên me yên ewlehiyê li taxek derdora girtîgeha Sînaa ya kantona Hesekê şaneyekê DAIŞ’ê ji 3 kesan pêk dihat girtin.
Her wiha miqdareke mezin a çekan jî desteser kirin.
Ji bo destekdayîna çeteyan û astengkirina pêşevçûnên hêzên me li hemberî terorîstan, bi kar dianîn.