FERMANDARA YPJ’Ê: EM Ê ŞANEYÊN RAZAYÎ YÊN DAIŞ’Ê JI HOLÊ RAKIN

Ji fermandarên YPJ’ê Ronahî Heleb li ser oparasyonên QSD’ê yên li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê axivî û got;
Me bi Baxozê re herêmek derbek mirinê li çeteyan dan.
Lê hîna jî metirsiya şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li herêmê heye.
Ji bo aramî û ewlehiya xelkê herêmê emê bi hemû hêza xwe parastinê bikin.

Piştî ku Dêra Zor hate rizgarkirin, hêzên YPG, YPJ û QSD’ê li dijî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê dest bi operasyonên hevpar kirin.

QSD’ê di nava du rojan de hem gelek çete girtin hem jî cebilxaneyên wan û tunelên wan tine kirin.

Herî dawî di 17’ê Gulanê de li ser navê fermandariya QSD’ê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku şervanan 42 endamên şaneyên razayî girtine.

Ji fermandarên YPJ’ê Ronahî Heleb jî li ser oparasyona şervanan axivî.

Ronahî Heleb got,

Wan li Baxozê dest pê kirin, lê belê me li Baxozê dawî li hebûna DAÎŞ’ê ya li Rojava anîn. YPG, YPJ û QSD’ê li Baxozê berxwedaneke mezin nîşan dan. Pêngav hîn neqediya ye. Dixwazin ku li dijî YPG, YPJ û QSD’ê xwe ji nû ve bi rêxisitn bikin. Bêguman ev yek wê pêk neyê, hêza wan li Baxozê têk çû.

RONAHÎ HELEB: EM JI BO GELÊ XWE HER TIM AMADE NE

Heleb diyar kir ku şêniyên herêmê ku ji van çeteyan bêzar bûne bi keyfxweşî şervanan pêşwazî dikin û heta dawiyê bi wan re dibin alîkar.

Fermandar Ronahî Heleb dazanîn ku oparasyona wan a li dijî şaneyên razayî wê dewam bike heta dawî anîna li çeteyan.

Leave a Reply

Back to top button