Li Iraqê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Hemwextî êrişên şaneyên DAIŞ’ê li Hesekê, li Iraqê jî liv û tevgera wan zêde bûye.
Her dawî li bakurê Bexdayê, 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand “Di encama bombebarana balefirên şer ên Iraqê de 6 çeteyên DAIŞ’ê li bakurê Bexdayê hatin kuştin.”

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniya xwe de got:

“Piştî wergirtina agahiyên zelal, hêzên asîmanî yên Iraqê li devera Ekîlî ya li bakurê Bexdayê baregeheke çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kir.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku 6 çeteyên DAIŞ’ê di encama bombebaranê de hatin kuştin

Back to top button