Hesen Koçer: Dewleta Tirk bi êrişên xwe Dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer li ser êrişên dawî yên şaneyên DAIŞ’ê nirxandin kir.
Hesen Koçer anî ziman “dewleta Tirk bi êrişên xwe yên di salvegera rizgarkirina Kobanê de dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne. Hesen koçer diyar kir ku êdî gel helwesta hêzên garantor li dijî êrişên Tirkiyê û hevkariya wî ya bi DAIŞ’ê re qebûl nake.

Sibe salvegera 7. a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê ye.

Di heman dema salvegra têkçûna van çeteyan de, êrişên şaneyên wan pêk tên.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer li ser van êrişan ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Hesen Koçer dibêje “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Kobanê eşkere dike ew dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê hilîne.”

Hesen Koçer bêdengiya Rûsya, Amerîka û hêzên koalîsyonê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker jî rexnekir û ev got:

“Ger ev bêhelwestî dewam bike wê komên terorîst ên ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike li cîhanê tevî belav bibin.”

Di dewma nirxandina xwe de, Hesen Koçer da zanîn “herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bûne baregehên sereke yên DAIŞ’ê,

Û tevî ku Rûsya û Amerîka vê yekê dizanin li dijî Tirkiyê gavên pêwîst navêjin.”

Hesen Koçer:Gelê me nema helwesta hêzên qaşo garantor qebûl dike

Hesen Koçer tekez kir “Divê civata navneteweyî zanibe ku firehbûna dagirkeriya dewleta Tirk li ser hesabê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser cîhanê bi giştî metirsî ye.”

Têkildarî helwesta Rûsyayê, Hesen Koçer destnîşan kir ku Rûsya bi rola parastina herêmê ranabe û ev got:

“Rûsya derbasî herêmê bû û niha hêzeke garantor e.

Lê belê li ber çavên hêzên wê, dronên dewleta Tirk a dagirker sivîlan bombebaran dikin. ”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer wiha dawiyê piştrast kir ku gelê herêmê vê helwestê qebûl nake.

Back to top button