Rêvebriya Xweser: Me behsa xetereya DAIŞ’ê dikir lê civaka navneteweyî paşguh dikir

​​​Rêvebriya Xweser bi daxuynaiyekê dibêje: “Dewleta Tirk rasterast beşdarî plana êrişa li ser girtîgeha Sînaa bûye.”
Rêveberiyê piştrast kir DAIŞ hîna ji bo tevahiya cîhanê metirsî ye û ji bo tunekirina wê jî got: “Divê hevkariyek navneteweyî hebe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku divê hesab ji dewleta Tirk û hemû aliyên ku beşdarî plana êrişê bûne, were xwestin.

Li ser êrişa dawî ya şaneyên DAIŞ’ê li Hesekê, Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de ev anî ziman:

“Gelek caran me behsa xetereya DAIŞ’ê, şane, girtî û malbatên wan kir.

Lê heta niha civata navneteweyî vê dosyayê paşguh dike.

Gelek dewlet dixwazin vê dosyayê di herêmên me de sînordar bikin.

Ev tiştekî şaş e, DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê metirsî ye.

Rêveberiya Xweser piştrast kir ev paşguhkirin li pêşiya parastina destkeftiyên leşkerî yên QSD`ê, astengî ye.

Rêvebriya Xweser: Dewleta Tirk rasterast beşdarî plana êrişê bûyeC

Der barê êrişên dawî yên şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa jî Rêveberiya Xweser ev got:

Êrişên li ser girtîgeha Sînaa plankirî ne û armancên wan gelekî mezin in.

Destê dewleta Tirk bi awayekî yekser tê de heye.

Li gorî agahiyên pêşîn ên belgekirî, dewleta Tirk armanc dike ewlehiya li herêmê têk bibe.

Û DAIŞ`ê bi planên qirêj vejîne da destkeftiyên gelê me û ewlehiya herêmê têk bibe.

Rêvebriya Xweser: Ji bo têkbirina DAIŞ’ê divê hevkariyeke navneteweyî hebe

Rêveberiya Xweser dawiya daxuyaniya xwe û ji bo têkbirina DAIŞ’ê ev peyam da:

Divê hevkariyeke navneteweyî hebe da ku desteka pêwîst ji bo tunekirina DAIŞ`ê were pêşkêşkirin.

Bi taybet ji QSD`ê re.

Rêveberiya Xweser dawiya daxuyaniya xwe şehîdên leheng bi bîr anîn û ji birîndaran re silametî xwest û tekez kir “Divê cîhan hesab ji dewleta Tirk bixwaze ku piştgirî da vê planê, heger nexwaze jî wê DAIŞ berê xwe bide her kesî.”

Back to top button