Li girtîgehên Tirkiyê dest bi çalakiya girava birçîbûnê hat kirin

Demek e zextên li girtîgehên Tirkiyê, nexasim li ser girtiyên siyasî, zêde bûne.
Li dijî van zext û binpêkirina mafan, 5 girtiyan dest bi grava birçîbûnê kirin.
Malbatên girtiyan ku li ser jiyana zarokên xwe bitirs in bang li NY û Rêxistinên Mafên Mirovan kirin ku van kirinên dewleta Tirk bisekinînin. 

Li ser girtiyên li girtîgehên Tirkiyê, nexasim girtiyên siyasîzext û binpêkirin dewam dikin.

Li dijî van zextan û weke bertek 5 girtiyan dest bi gereva birçîbûnê kir.

Ev girtî li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2’yan a Tîpa F a li Amedê, girtî ne.

Ji wan girtiyan, Mihemed Suleyman Ûçagan, Tûrfan Îlbaş û Hisên Karadaş in.

Van girtiyan bi rêya telefonê ragihandin ji 17’ê Çileyê ve wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye.

9 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne.

Malbatên girtiyan: Zarokên me ji mirinê re hatine hiştin, divê zext bi dawî bibin

Malbatên van girtiyan li ser jiyana zarokên xwe bitirs in.

Malbat dibêjin: “Armanca Tirkiyê ji girtina têkoşeran, vemirandina tîrêja azadiyê ye.”

Birayê Hisên Misto ku 27 sal in girtî ye, Mistefa Misto got: armanca dewleta Tirk tunekirine gelê Kurd e.

Pismamê girtî Mihemed Mistefa ku 29 sal in girtî ye, Menan Mistefa kirinên dewleta Tirk li dijî girtiyan, şermezar kir.

Xwişka şehîd Cîger Şêxo, Randa Şêxo jî banga bidawîkirina van sûcan kir.

Back to top button