QSD: Şervanên me 9 dîl ji di destê DAIŞ’ê rizgar kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk derbarê dîlên di destê DAIŞ’ê de, ragihand wan 9 dîlên di destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Ji bilî wê, QSD’ê ragihand 250 çeteyên din ên DAIŞ’ê xwe radest kirin. 

Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku, duh şervanên wan operasyoneke ewşehî û leşkerî bi rêk û pêk di hindirê girtîgeha Sînaayê de pêk anî û operasyon bi ser ket..

Di vê operasyonê de 9 dîlên ku ji xebatkarên girtîgehên bûn, ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û ji bo deverên ewle hatin veguhestin.

QSD: Di Operasyonên şervanên me de 17 çete li Hesekê hatin kuştin

QSD’ê diyar kir ku di encama operasyoneke li taxa Zihûr,de, 5 çeteyên ku kemberên teqmeniyê li xwe pêça bûn, hatin kuştin.

Her wiha li taxa Xiwêran jî, Şervanan operasyoneke serdegirtinê pêk anî û şer derket..

Li vir jî 9 çete hatin kuştin, 2 ji wan xwekuj bûn.

QSD: 250 çeteyên DAIŞ’ê xwe radest kirin

Herî dawî û bi daxuyaniyeke din Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir 250 çeteyên din ên DAIŞ’ê xwe radest kirin.

Navenda diyar kir ku operasyonên şervanên wan li dijî çeteyan heta niha dewam dike.

Doh jî 300 çeteyî xwe radest kiribûn.

Wiha jimara çeteyên ku xwe radest kirine dibe, 550 çete.

Back to top button