Tahran: Dibe ku em raste rast bi DYA re bicivin

Îran dixwaze, di zutirîn demê de cezayên li ser hatine ferzkirin bên rakirin. Ji bo vê yekê jî ev demeke li Viyana danûstandin navbera Îran û welatên rojavayî de pêk tê. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abdulahiyan diyar kir ku ew dixwazin di nava demeke kin de bigihêjin encamekê û got: Dibe ku em bi DYA re raste rast hevdîtinan pêk bînin.

Di demekê ku êdî civînên bernameya peymana nukleerî ya Îranê ku li paytexta Awstralya Viyana têne lidarxistin bê hêvî dibe, ji Tahranê gavek nû hat avêtin.

Ji Nîsana 2021’an ve li Viyana aliyên peymanê ji derveyî DYA, hevdîtinan pêk tînin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan di civîna “Îran û welatên cîran” ku li paytext Tehranê hat lidarxistin de axivî.

Huseyîn Emîr Abdullahiyan peyam da ku wan heta niha biryara hevdîtina rasterast bi Amerîkayê re negirtiye, lê eger lihevkirinek baş were kirin, dikarin bicivin.

Abdullahiyan got, “Danûstandinên Viyanayê niha li ser asta pispor, rêveber û cîgirên wezîran dewam dikin.

Hêvîdarim ku di vê astê de bimînin û bêyî ku pêwîstî bi hevdîtinên rayedarên bilind re pêk were, derbasî beşa pêkanîna peymanê bibin.”

Abdullahiyan diyar kir ku dema di danûstandinên Viyanayê de encameke baş bi dest xistin, wê naveroka wê bi raya giştî re parve bikin.

Em hêvî dikin ku di demeke kin de encamê bigrin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan diyar kir ku Amerîka daxwaza hevdîtinên rasterast bi Îranê re kiriye û wiha got, “Amerîka her tim daxwaza hevdîtinên rasterast bi me re dike.

Lê heta niha di vê mijarê de em negihiştine biryara dawî.

Ji bo gihiştina lihevkirinek baş, dibe ku em raste rast bi DYA re bicivin.”

Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump Gulana 2018’an bi awayekî yekalî ji peymanê vekijiyabû.

Tehranê jî ev yek ji xwe re kiribû hincet û 2019’an de dest bi binpêkirina qedexeyên nukleerî kir.

Back to top button