Artêşa Bûrkîna Faso dest danî li ser rêveberiya welat

Pêşdîtinên dawî yên, ji bo Bûrkîna Faso rast derketin. Demeke dirêje li welat xwepêşandanên li dijî rêveberiya Serokomar Kabora pêk dihatin. Herî dawî leşkeran darbe pêk anî û Kabora jî neçar ma ku îstifa bike. Bi vê yekê re jimara welatên li Afrîka bi rêya darbeyê tên rêvebirin zêde bû. Di nava 15 mehan de, li Rojavayê Afrîka, jimara welatên bi darbeyê têne rêvebirin derket 4’an.

Li Bûrkîna Faso ku welatekî li rojavayê Afrîkayê ye, darbeya leşkerî pêk hat.

Ji ber derbeyên li pey hev yên li Rojavayê Afrîkayê, pirsgirêkên ewlehî û rêveberiyê roj bi roj kûrtir dibin.

Li herêmê têkoşîna li dijî terorê ji aliyê rêveberiyên cûntayê ve hat astengkirin.

Cezayên ku ji aliyê civaka navneteweyî ve li ser hikûmetên leşkerî tên sepandin, xelkên li welatên mijara gotinê jî dixe nava tengasiyan.

Rojavayê Afrîkayê ku ji sala 1960’an ve nekarî aramiyeke siyasî ya tam pêk bîne, di nava 15 mehên dawî de 4 darbeyên leşkerî dîtin.

Li Bûrkîna Faso beriya darbeyê nîşaneyên wê derdiketin.

Li Bûrkîna Fasoyê ku welatekî din ê herêmê ye, mijara ku rê li ber derbeyê vekir, mijara ewlehiyê bû.

Ji 2015’an ve, li welat êrişên komên terorîst yên El Qaîde û DAIŞ’ê zêde bûn.

Ev yek jî li nava raya giştî bû sedemê nîqaşan.

Êrişên Mijdara 2021’an êdî hêrsa li dijî rêveberiya Serokomar Roch Christian Kabore derxist asta herî jor.

Êrîşa 14’ê Mijdarê ya li herêma Sahelê ku 49 leşker hatin kuştin, bû xala dawî ya vê bertekê.

Ji bo îstifakirina Kabore li seranserê welêt xwepêşandan hatin lidarxistin.

Her çend pisporan hişyarî dan ku îhtîmala darbeyê ji ber hêrsa li hemberî hikûmetê zêde bûye jî, hikûmeta Kabore nikare pêşî li pêvajoyê bigire.

Kabore ku duh ji aliye komeke leşkeran a di bin serokatiya Korgeneral Paul-Henri Sandaogo Damîba da hat binçavkirin, danê êvarê bi nameyeke ku bi destê xwe nivisî îstifaya xwe ragihand.

Derbekarên ku xwe weke “Tevgera Welatparêz a Rizgarî û Nûjenkirinê (MPSR) bi nav dikin” derketin ser televizyona dewletê û ragihandin ku desthilatdarî bi dest xistine.

Bi vê yekê re jimara cûntayên li Rojavayê Afrîkayê derket 3’yan.

Ji sala 1950 û heta niha, li parzemîna afrîka bêtirî 210 darbe yan jî hewildanên wê pêk hatiye.

Back to top button