Dengê çekan ji sînorê Ûkrayna-Rûsya kêm nabe

“Netirsin, rewşa li sînorê rojhilatê welat di bin kontrolê de ye.” Serokê Ûkrayna Zelensky bi vê bangê xwest kontrola hêzên xwe ya li sînorê bêtîrî 3 hezar kîlometreyî bîne ziman. Serokê Konseya Parastin û Ewlekariya Netewî Danilov jî got,
Li sînorê welat 109 hezar leşker hene. Aram bin. Hemwextî vê yekê, Rûsya tank û cebilxaneyên nû şand Belarûsê.

 

Ji 2014’am ve ti carî di astek wiha de tevgerek zêde ya leşkerî li vî sînorî pêk ne hatiye.

Helîkopter ranawestin.

Balafir li pey hev difirin.

Dengê çek û tankan ji sînor qet kêm nabe.

Ev rewşa dawî ya li sînorê Ûkrayna û Rûsya ye.

Ûkrayna ya ku bi giştî xwedî 5,638 kîlometre sînorê bejahî ye, bi cîranên xwe yên rojhilat re di nava aloziyê de ye.

Ev sînor bêtirî 2,300 kîlometre tenê bi Rûsya re ye.

Nexwasim, di nava demên dawiyê de, daxwaza Moskow ya ji bo Kîevê zêde bûye.

Bi ser vê yekê de li aliyê din Belarûs jî êdî gefek sereke ya li dijî Ûkrayna ye.

Li vî herêmê jî 1,125 kîlometre sînorê bejahî heye.

Di nava van rewş û aloziyan de ji rêveberiya Kîevê peyamên aram bin hat.

Zelenskiy: Rewşa li sînorê rojhilatê welat di bin kontrolê de ye

Serokdewletê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy beşdarî Civîna Konseya Ewlekariyê ya bi mijara aloziya li gel Rûsyayê re bû.

Zelenskiy piştî hevdîtinê li ser medyaya civakî peyameke vîdyoyî weşand û got,

Ew ji her tiştî re amade ne.

Zelenskiy diyar kir ku rayedaran hemû xebatên pêwîst kirine û ev tişt anî ziman:

“Rayedar ji bo kêmkirina aloziyê bi tevahî dixebitin.

Em li gel hevkarên xwe, dîplomatên xwe û ya herî girîng jî leşkerên xwe ne.

Ew yên me yên herî baş in, me diparêzin û divê em wan biparêzin,.

Li rojhilatê Ûkraynayê rewş di bin kontrolê de ye.

Pêwistî bi tirsê nake.”

Danilov: Li sînorê welat 109 hezar hêzên me hene

Serokê Konseya Parastinê û Ewlehiyê ya Neteweyî Oleskiy Danilovê piştî Civîna Konseya Ewlekariyê daxuyaniyek da çapemeniyê û destnîşan kir ku li rojhilatê welat rewş di bin kontrolê da ye.

Danliov diyar kir ku li ser sînorê Rûsyayê 109 hezar endamên artêşa Ûkraynayê hene û got,

“Ev ji bo me ne nûçe ye.

Zêdebûna 2-3 hezarî jî rewşeke krîtîk naafirîne.”

Bi rêyên bejahî Rûsya hêzê dişîne Belarûs

Hemwextî van gotinên rêveberên Ûkrayna, Rûsya lez daye zewqiyatên ji bo Belarûsê.

Maşîneyên leşkerî yên zirxî bi rêya bejahî û hesin têne şandin.

Di dîmenên ku ji aliyê wezareta parastinê ya Rûsya ve hatî weşandin de jî tê dîtin ku sewqiyatek zêde tê kirin.

Rûsya îdia dike ku ev sewqiyat ji bo tetbîqata li gel hêzên Belarûs ku wê miha Sibatê pêk bê ye.

Lê welatên Ewropa û DYA dibêjin Moskow li pey rêya dagirkerina Ûkrayna ye.

Back to top button