Ji YE û Ûkrayna li dijî Rûsya cezayên nû

Welatên Yekîtiya Ewropa jî di her fersendê de, piştevaniya xwe ya bo Kîevê tînin ziman. Lîderên Ewropa bi Serokdewletê Ûkrayna Zelenskiy re axivîn û naveroka cezayên ku li dijî Moskow bên ferzkirin jî nîqaş kirin. Koşka Spî careke din ji welatiyên xwe yên li Ûkraynayê xwest ku ji welat derkevin.

Di dewamiya aloziya navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, Serokê Ûkrayna Vladimir Zelenskiy bi telefonê li gel Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re axivî.

Di civînê de hat ragihandin ku hûrgiliyên pakêta nû ya cezayan li dijî Rûsyayê hatine gotûbêjkirin.

Piştî gotûbêjan ji aliyê Serokatiya Ûkraynayê ve daxuyaniyek hate weşandin û wiha hate gotin:

“Armanca sereke ya civînê hevrêziya hewldanên siyasî û dîplomatîk ên navneteweyî bo kêmkirina rewşa metirsiya ewlehiyê li welatê me ye.”

Pakêteke berfireh a cezayên li ser mijarên aborî, siyasî û ewlehiyê ya ji aliyê YE ve tê amadekirin, hatin gotûbêjkirin.

Zelenskiy bal kişand ser girîngiya Ûkrayna bo YE û ev tişt anî ziman:

“Ger êrîş pêk were divê Rûsya berdêlên giran ên aborî bide.

Ev berdêl divê beriya êrişê bên dayîn.

Tevahî YE pêwiste di parastina serwerî û yekparçeyiya axa Ûkraynayê de yekîtiya xwe biparêzin.

Ûkrayna li hemberî provokasyonan serî natewîne, wê li hemberî hevkarên xwe bêdeng û bi sebir bimîne.”

Zelenskiy xîtabî Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Michel kir û ji ber helwesta wan ya mayîna dîplomatên li welat spasiya wan kir.wiha got:

Koşka Spî: Welatiyên me yên li Ûkrayna ji welat derkevin

Lê di mayîna mijara dîplomatan li welat de Waşîngton mîna Ewropa nafikire.

Ev yek di beşek ji rojeva sereke ya di cîvîna çapemeniya Koşka Spî de bû.

Berdevka Koşka Spî Jen Pesaki diyar kir ku di rewşek metirsîdar ya êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna de wê alozî zêde bibe û jiber vê yekê wan daxwaz ji welatiyên xwekiriye ku ji Ûkrayna derkevin.

Psaki der barê îdiayên ku di çapemeniya Amerîkayê yên “Rêvebiriya Biden ji bo tedbîran dibe ku leşkeran bişîne welatên Baltik û Polonya ku baskê rojhilatê NATOyê ne” wiha got:

“Ger êrîş were kirin, em ê alîkariyek zêdetir ji bo hevalbendên we yên li herêmê bişînin.

Me ticarî vebijêrka şandina aliyariy ji ser mase ranekiriye.

Ji bo alîkariyên zêde ji bo hevalbendên me yên li wir, şêwra me dewam dike.”

Back to top button