DMME: Piştî Rûsya Tirkiye di binpêkirina mafê mirovan de li rêza dûyeme

Di binpêkirina mafê mirovan de Tirkiye welatê yekem nebe jî yê duyeme. Tirkiye di sala 2021’an de li DMME’yê dîsa di binpêkirina azadiya mafê mirovan de cihê xwe di rêzên despêkê de girt. Ev doz ji piraniya xwe yên di serdema Rewşa Awarte de ne.

Di lîsteya dozên ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 2021’an biryara girtina wan heyî de, Tirkiye wek salên borî piştî Rûsyayê di rêza duyemîn de bû.

Di dema Rewşa Awarte de giliyên li ser binçavkirin, girtin û darizandina adîl beşeke girîng a serlêdanên Tirkiyeyê yên di biryarên DMME yên sala borî de ye.

Dîsa Tirkiye bû welatê ku herî zêde ji ber azadiya ramanê hat mehkûmkirin.

Di giliyên ku li Dadgeha Strasboûrgê de biryara girtinê heye, Rûsya bi 17 hezar û 13 serlêdanan di rêza yekem de,

Tirkiye 15 hezar û 251 di rêza dûyemîn û piştî wê Ûkrayna bi 11 hezar û 372 di rêza sêyemîn de cih digire.

Serokê DMME Robert Spano di civîna çapemeniyê ya ji bo nirxandina daneyên salane de ragihand ku di rojeva DMMEyê heta dawiya sala 2020’an 62 hezar doz hatin vekirin.

Ev hejmar ji sedî 13 zêde bûye û heta dawiya 2021’an gihiştiye 70 hezarî.

Spano diyar kir ku ji van 70 hezar serlêdanên sedî 70 ji Rûsya, Tirkiye, Ûkrayna û Romanya ne.

Back to top button