Li navçeya Holê, hêzên Asayîşê şaneyekî DAIŞ’ê ku ji 4 kesan pêk tê girt û dest danî ser çek û cebilxaneyên di destê wan de.
Navenda ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan duh li navçeya Holê şaneyekê DAIŞ’ê ku ji 4 kesan pêk tê girt û çek û cebilxaneyên wan desteser kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Di çarçoveya operasyonên ewlehî û lêgerînê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên razayî ku hewl didin sûd ji rewşên awarte yên li Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê bigirin û aramiya herêmê têk bibin,
hêzên me 4 çete li navçeya Holê girt û dest danî li ser hemû çek û ceblixaneya di destê wan.
Hêzên Asayîşê di daxuyaniya xwe de bang li gelê herêmê kir, tevgereke biguman dîtin wan agahdar bikin.