Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Êriş komployeke dewleta Tirk û hikumeta Şamê ye

Sazî û rêxistinên herêmê bi daxuyaniyên cuda êrişên li Hesekê û piştgirya dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re şermezar kir. Di daxuyaniayn de bang li civaka navnetewî hate kirin ku li hemberî vê rewşê gavên cidî biavêjin û pirsgirêka DAIŞ’ê çareser bikin.

Bertekên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li Hesekê zêde dibin.

Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, êrişa çeteyên DAIŞ’ê û piştgiriya dewleta Tirk şermezar kir.

Di daxuyniyê de hate gotin ev êriş komployeke Dewleta Tirk û hikûmeta Şamê ye û armanc jê têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Desteyê piştgiriya xwe ya ji bo hêzên parastinê û Rêveberiya Xweser ragihand, bang li civaka navneteweyî kir ku pirsgirêka DAIŞê çareser bike û ji bo ewlehî û aramiya herêmê piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser.

Em piştgiriyê didin hêzên xwe yên parastinê

Rûspî û şêxeşîrên Minbicê jî bi daxuyaniyekê êrişa DAIŞ’ê li ser girtîgeha Xiwêran û bêdengiya civaka navneteweyî ya li beramberî wê, şermezar kir.

Rûspiyên Minbicê diyar kirin ew piştgiriya hêzên parastinê dikin û bang li civaka navnetewî hat kirin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin.

Dewleta Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe DAIŞ’ê bi kar tîne

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê ya Helebê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Meclisê got, dewleta Tirk ji bo ku armancên xwe pêk bîne û ewlehiya herêmê têk bibe, DAIŞ’ê bi kar tîne.

Meclisê piştgiriya dewleta Tirk a êrişên DAIŞ’ê û bêdengiya civaka navnetewî şermezar kir û ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê, banga avakirina dadgeheke navnetewî kir.

Armanca dewleta Tirk ji zindîkirina DAIŞ’ê têkbirina projeya demokratîk e

Kongra Star a Herêma Efrînê jî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Xiwêranê şermezar kir.

Kongra Star derbarê êrişê de li Kampa Berxwdan a li Şehbayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca dewleta Tirk ji zindîkirina DAIŞ’ê û êrişên li ser herêmê, têkbirina projeya demokaratîk û dagikirina herêmê ye.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navnetewî û helwesta Hikûmeta Şamê hat şermazarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabin.

Divê civaka navnetewî li dijî zindîbûna DAIŞ’ê gavên cidî bavêje

Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Yekîtiya Êzidiyan a navçeya Ehdas ya li Şehbayê hate xwendin.

Di daxuyniyê de bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî êrişê û piştgiriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Bang li civaka navnetewî hate kirin ku li hemberî zindîbûna DAIŞ’ê ya bi piştgiriya dewleta Tirk, gevên cidî bavêje.

Back to top button