SIUDIYÊ BANGA 2 CIVÎNÊN AWARTE DIKE

Piştî zêdebûna nakokiyên navbera Amerîka û Îranê, Erebîstana Siûdî wê 2 civînên awarte li dar bixe.

Erebîstana Siûdî îro ji bo civîneke Erebî li Mekeyê li dar bixe, bang li welatên Kendavê û yên Ereban kir.

Ev bang ji bo êrîşa li dijî keşteyên bazirganiyê ku li nêzî Îmaratê rû da û her wiha ji bo êrîşa ku milîsên Hûsî yên bi piştevaniya Îranê li dijî her du stasyonên neftê yên Siudiyê pêk anîbû, ye.

Civîn wê di 30 Gulanê de pêk were.

Heta niha Îmarat, Behrên û Cîbûtiyê ev bang erê kiriye.

WEZARETA KARÊ DERVE YA SIUDIYÊ:
EGER ŞER QEWIMÎ, EM Ê PARASTINA XWE Û BERJEWENDIYÊN XWE BIKIN

Di heman çarçoveyê de, wezîrê karê dervê yê Siûdiyê Adil el-Cibêr ragihand ku ew pir ji pêşketinên dawîn ên Amerîka û Îranê bifikar in.

Adil el-Cibêr got:

Îran dikare herêmê dûrî metirsiyên şer bixe.

Ev jî bi rêya ne-destwerdana hundirê dewletên herêmê pêkan e.

Cibêr bang li civaka navdewletî kir ku helwesteke tund nîşanî Îranê bide û nehêle zererê bide cîhanê.

Wezîrê karê dervê yê Siûdiyê Adil el-Cibêr teqez kir ku ew şer naxwazin û wê heta karibin nehêlin şer biqewime.

Lê eger şer çêbibe jî, wê Siudiyê parastina xwe û berjewendiyên xwe bike.

Leave a Reply

Back to top button