Jinên Helebê: Em ê li dijî êrişan berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin

Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê û Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê êrişên çeteyên DAIŞ’ê û êrişên dewleta Tirk ên bi armanca zindîkirina DAIŞ’ê şermezar kir.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê bi tevlîbûna bi sedan ji endamên yekîtiyê, rêveberên saziyên sivîl û li şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek li dar xist.

Piştî ku çalakî veguherî mîtingê, bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê îşaret bi piştgiriya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê hate kirin û hate gotin armanc jê têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Her wiha hate gotin bi saya berxwadana hêzên parastinê wê hemû planên dijmin werin têkbirin.

Hêza ku DAIŞ li Kobanê û Baxozê tune kir, wê li Hesekê jî bi ser bikeve

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca êrişa li ser girtîgeha Xiwêranê, pêkanîna armancên dewleta Tirk li herêmê ye.

Di daxuyaniya de îşraet bi berxwedana li Kobanê û Baxozê hate kirin û wiha hate gotin:

“Hêza ku DAIŞ li Kobanê û Baxozê tune kir, wê li Hesekê jî bi ser bikeve.”

Di dawiya de bêdengiya civaka navnewteyî hate şermezarkirin û hate xwestin li hember pirsgirêka DAIŞ’ê bi berpirsyariyên xwe rabe.

Back to top button