HDP: Divê hêzên li pişt êrişa li Hesekê bên lêkolînkirin

Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Tevgera Komunîst û Şoreşger derbarê êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê de bal kişandin ser têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyê û hat xwestin hêzên li pişt vê êrişê bê lêkolînkirin. Her wiha hat gotin alîkariya bi çeteyên DAIŞ’ê re ji bo gelên herêmê xeteriyeke mezin e.

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknaz Uca û Hişyar Ozsoy têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê pêk anîn daxuyanî dan.

HDP’ê bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ’ê û dewleta Tirk de û wiha got:

Nepêkane ku DAIŞ’ê ev êriş bi tena serê xwe plan kiribe û pêk anîbe.

Derket holê ku hinek çekên van DAIŞ’iyan bi kar anîn, çekên NATO’yê ne.

Yekîneyên ji Kobanê bo alîkariyê diçûn Hesekê jî rastî êrişa balafirên bêmirov yên bi çek yên dewleta Tirk hatin.

Ev yek alîkariya hewayî ya bi DAIŞ’ê re ye. ”

HDP da zanîn alîkariya hêzên tarî a ji DAIŞ’ê re, li ser gelên herêmê gefeke mezin e û got.

Di serî de Tirkiye, hewceye endamên NATO’yê piştperdeya vê êrişê û îdiayên di çapemeniyê de tên parvekirin zelal bikin.”

Komîsyonê îşaret bi xeteriya zindîbûna DAIŞ’ê kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:

“Her çend ku ji bo darizandina endamên DAIŞ’ê, gelek caran bang hatibin kirin jî, heta niha ev bang nehatine bersivandin.

Ewlehiya van kesan ne tenê berpirsyariya QSD’ê, berpirsyariya hemû dewletên ku hemwelatiyên wan li wir in.

Em bang dikin ku her dewlet hemwelatiyên xwe ji wir bibe û li welatên xwe darizîne. ”

Armanca êrişan têkbirina statuya Rojava ye

Têkildarî heman mijarê Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî axivî.

Çîftyurek, îşaret bi êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê û hevkariya bi DAIŞ’ê re kir û got:

“Ev ne êrişên ji rêzê ne û plansaziyek mezin heye.

Bi rizgarkirina çeteyên girtî re, rêjîm û dewleta Tirk wê ev yek hêcet nîşan bidana û wê destwerdana li herêmê bikirina.

Armanca van êrişan tenê ne xelaskirina girtiyên DAIŞ’î ye, armanc statuya Rojava ye.”

Çîftyurek, bal kişand ser helwesta desthilta Şamê jî û got,

“Hikûmeta Şamê û Tirkiye di mijara tinekirina gelê Kurd de piştgiriyê didin hev.”

Çîftyurek di dawî de bang kir ku divê her çar perçeyên Kurdistanê li dijî êrişan piştgiriya hev du bikin

Gelên herêmê û hêzên xwe wê êrişên çeteyan û hevkarên wan têk bibin

Tevgera Komunîst û Şoreşger (TKŞ) jî derbarê mijarê de daxuyaniyeke niviskî da û ev tişt got:

“Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku di 2019’an de li Baxozê têk çûn, cara pêşî ye êrîşeke wiha berfireh û rêxistinî pêk anîn.

Ev êrîş bi piştgiriya îstixbarata Tirk û hêzên Rejîmê ve hat birêxistinkirin.

Gelên me yên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya QSD û YPG-YPJ’ê çawa ku çeteyên DAIŞ’ê têkbirin îro jî wê çeteyan û alîgirên wan têkbibin.”

Back to top button