Azad Hisên: Em amade ne bi danûstandinan pirsgirêkan çareser bikin

Tevgera leşkerî a artêşa Iraqê li Şengalê zêde bûye. Alîkarê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên da zanîn ev yek dibe sedama tevliheviya li herêmê û got, “Em amede ne ku li gel hikûmeta Iraqê bicivin û vê yekê bi danûstandinan çareser bikin.”

Ev demeke tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê li Şangalê zêde bûye.

Têkildarî mijarê alîkarê hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên axivî:

Hisên da zanîn bi hêcetên parastinê Iraq li herêmê bendên leşkerî datîne û got,

“Ji xwe Şengal arame û bi vê tevgera leşkerî hewldidin aramiyê têk bibin.”

Hisên diyar kir PDK’ê dixwaze ji vê yekê sûdê bigire û li Şengalê bicih bibe:

Hisên da zanîn ku ne li dijî mayîna hikûmeta Iraqê li Şengalê ne, lê li dijî tevgereke ewqAs mezin û zêde a li nava gund û bajaran e û wiha dewam kir:

“Bila artêş ji nava bajar derkeve. Ji xwe polîs û Asayîşa Êzîdxanê heye. Ev hêz dikarin ewlekariya hundirîn a bajar bigirin.”

Hisên anî ziman ku divê artêşa Iraqê dest ji kiryarên xwe yên li herêmê berde û got:

“Em dikarin li hev bicivin û tişta di berjewendiyê gel de be em pêk bînin. Bi tu awayî em ne li dijî Iraq û destûra Iraqê ne.

Em li dijî wê artêşê ne ku ji aliyê xêrnexwazan ve têne sor kirin û bi ser me de tên.”

Hisên nerazîbûn li hember êrişên li ser Şengalê nîşan da û ev yek got:

“Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişî civaka me dike û raya giştî bêdeng e, hikûmeta Iraqê ti bertekê nîşan nade.

Ji vê yekê hikûmeta Iraqê berpirsyar e, divê bêdeng nemîne. Ger bêdengî hebe û pêşî neyê girtin, Iraq wê nikare xwe li ser lingê xwe bigire.”

Alîkarê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên: Divê Şengalî vegerin ser erdê xwe û welatê xwe ava bikin

Alîkarê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên di dawiyê de wiha got:

“PDK’ê rê neda ku malbata şehîd Enwer li kampê şînê deyne û xêrê bide. Li ser vê yekê malbatê li Xanesorê xêra wî da.

Divê gelê me bizane bêbextiya herî mezin ev e û vê yekê qebûl nekin.

Divê gelê Başûr jî li hemberî vê yekê rabin û bêdeng nemînin.

Ez bang li xelkê me dikim ku vegerin li ser xaka xwe û welatê xwe ji nû ve ava bikin.”

Back to top button