Başûrê Kurdistanê..Di sala 2021 de 376 binpêkirin li hemberî rojnamevanan hatin kirin

Rêxistina Nûçegihanan a Başûrê Kurdistanê ragihand di sala 2021 de 376 binpêkirinên mafan li dijî rojnamevanan hatine kirin.

Serokê Rêxistina Nûçegihanan Hozan Qadir binpêkirinên sala 2021’an ên li hemberî rojnamevanan bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Hozan Qadir diyarkir ku sala 2021’an li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên li dijî rojnamevanan zêde bûne û got:

“Li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Helebce û Dihokê 376 binpêkirin li dijî 564 rojnamevan û saziyên ragihandinê hatine kirin.”

Qadir vê bîlançoyê wek rewşek metirsîdar ya azadiya rojnamevanan li herêmê bi navkir û got:

“Ev rêjeya binpêkirinê li başûrê Kurdistanê di warê rojnamevaniya azad de ber bi paş ve diçe.

Qadir anî ziman herî zêde binpêkirin ji aliyê hêzên ewlehiyê, Parlementoya Herêmê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêk tên.

Hat diyar kirin rojnamevanên binpêkirin li beramberî wan hatî kirin 80 ji wan jin in.

Back to top button