Seroka partiya desthilatê ya Almanayê biryara betalkirina hilbijartina bajarê Stenbolê rexne kir û peyama destkdayîna bi muxalefetê re da.
Seroka partiyê Annegret Kramp-Karren-bauer li Duîsbûrgê di mîtîngê ya ji bo Parlamentoya Ewropayê de axivî û got:
“Xelkê Stenbolê bi hilbijartina şaredarê xwe re wê ji siyaseta Erdogan re bibêjin, na.”
Karren-bauer derbarê hilbijartina ku ji nûve li Tirkiyê were lidarxistin de ev tişt anî ziman;
Ji ber encamên hilbijartina Stenbolê ne bi dilê Erdogan bûn , demokrasî , tine hate hesibandin û biryar li ser betalkirina hilbijartinê hate dayin.”
Di hilbijartina Stenbolê de em ê destekê bidin partiyên muxalefetê.
Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanya yek ji partiyên sereke yên muxalif e.