Ferhat Sengawî: DYA û Ewropa jî baş dizanin ku PKK rêxistineke terorîst nîne

Daxwaz û bangên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, zêde dibin. Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Ferhat Sengawî û Hevseroka Saziya Civaka Sivîl a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê Sûad Hesen destnîşan kirin ku PKK ji bo mirovahiyê têdikoşe û divê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin.

Ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê”, Însiyatîfa Edaleta ji bo Kurdan a navneteweyî ” 13`ê Kanûna 2021`an kampanya dest pê kir.

Ji 30 welatan, zêdetirî hezar kesayetên navdar, parlementer, nivîskar, akademisyen, çalakvan û siyasetmedar tevlî kampanyayê bûn.

Di vê çarçoveyê de siyasetmedar û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê jî ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin bang dikin.

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Ferhat Sengawî têkildarî girîngiya kampanyayê ji ajansa nûçeyan ANF’ê re axivî

Sengawî destpêkê spasiya gelên Ewropa û Emerîka kir ku piştevaniyê didin gelê Kurd û daxwaz kir ku ev piştevanî û dostaniya bi gelê Kurd re zêdetir bibe.

Sengawî anî ziman hêzên cihanê hemû dizanin PKK ne rêxistineke terorê ye û got: “Ji ber dewleta tirk heta niha PKK di lîsteya terorê de hiştine.”

Sengawî bal kişand ser êriş û kirinên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û wiha dewam kir: “Emerîka û Ewropa baş dizanin Tirkiye li Lîbya, Ermenistan, Rojavayê Kurdistan û Başûr çi dike. Tirkiye hevkariya DAIŞ’ê dike û bi hezaran belgeyên vê piştrast dike jî hene Çima Emerîka û Ewropa JI bo Tirkiyê nabêje terorîst.”

Sengawî diyar kir lewra divê em dengê xwe bigihînin ew kes û gelen xwedî fikir û rewşenbîr ên Ewropa û Emerîka û bibêjin ku PKK ne terorîst e, Ji ber ku PKK xwedî dozeke rewa û mirovî ye.

Sengawî di dewama nirxandinên xwe de anî ziman ku ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin du name ji bo Serokê berê yê Emerîka Donald Trûmp û Serok nû Jeo Bîden re, şandiye.

Herî dawî Siyasetmedar Ferhat Sengawî bang li her kesî kir ku ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û azadiya Rêber Apo, xwedî helwest bin.

Back to top button