
Leşkertên artêşa Tirk a dagirker duh li ser sînor Kobanê gule li welatiyekî reşandin û ew qetil kir.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor gule li welatiyê bi navê Mihemed Ehmed ê ji gundê Kor Elî yê rojavayê bajarê Kobanê reşand û qetil kirin.
Mihemed Ehmed duh dema ku li nava zeviyên xwe yên li nêzî sînor ê Tirkiyê ve ji hêla leşkerên artêşa Tirk ve hate hedefgirtin.
Ji ber êrişên dewleta Tirk doh nekarîn cenaze bînin.
Şêniyên gund îro cenazeyê Mihemed Ehmed anîn.
Mihemed Ehmed 26 saliye û bavê 4 zarokan e.
Ev ne cara yekemîn e ku artêşa Tirk a dagirker welatiyên Kobanê hedef digire.