QSD: Bîlançoya êrişên Tirkiyê û çeteyên wê li ser Eyn Îsayê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarên Eyn Îsa hemwextî êrişên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Hesekê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got:

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi bejahî û hewayî li dijî hêzên me û malên sivîlan li Eyn Îsayê êriş pêk anîn.

Di 22’yê Çileyê de, dewleta Tirk gundên Hoşan, Xalidiyê, Muelek, Mişêrfê, Cehbel, Hîşê, Salihiyê, Qadiriyê, Fatsê û Erîşa ku sivîl tê de hene kir hedef.

Di encamê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûn.

Di 23’yê Çileyê de, dewleta Tirk hewl da bi bejahî êrişî gundê Bîr Îsa bikin, lê hişyariya hêzên me êriş têk bir.

Di encamê de şerekî dijwar di navbera hêzên me û çeteyan de derket.

Her wiha 10 çete hatin kuştin, du çete birîndar bûn û erebeyên leşkerî û 2 baregehên çeteyan jî hatin rûxandin.

Back to top button