QSD: Şervanên me 17 dîlên din ji di destê DAIŞ’ê rizgar kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku 17 karmendên din ên girtîgehê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dîlgirtin, hatin rizgarkirin.

Navenda Ragihandina QSD’ê , eşkere kir ku duh di saetên êvarî de operasyoneke din pêk anîn .

Di vê operasyonê de 17 karmendên din ên girtîgehê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dîlgirtin, hatin rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di operasyonên ewlehî û leşkeriyê de ku hêzên me duh sibehê pêk anîbû, 6 karmendên girtîgehê ku hatibûn dîlgirtin, hatin rizgarkirin. Bi vê yekê hejmara dîlgirtiyên ku ji duh sibehê ve hatin rizgarkirin bû 23. Operasyonên lêgerîn û ewlehiyê yên hêzên me di girtîgehê de berdewam in.

Back to top button