Artêşa Tirk gundên Babê topbaran kir

Hemwextî van êrişan û weke ku fersendê bibîne, dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kirin.Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojhilatê Babê bi hawinan topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh derengiya şevê êrişî gundên Babê kirin.

Çeteyên ku li gundê Kirêdiyê bi cih bûne gundê Xalidiyê ku bi navê gundê El-Bohîc tê nasîn ê rojhilatê Babê topbaran kirin.

Her wiha artêşa Tirk ji baregeha Şêx Nasir de gundên Yalnelî û Siyade bi 20 hawinan hedef girtin.

Back to top button