ÇALAKGER BERXWEDANA XWE BI VÎNEKE XURT DIDOMÎNIN

Berxewdana li dijî tecrîdê bi îradeyek xurt didome, greva bi pêşengtiya Leyla Guven derbasî roja 193’yan bû. Çalagerên ku dane ser şopa Guven jî bi heman coş û îradeyê di çalakiya xwe de bi îsrar in.Çalakiya Rojiya Mirinê ya 30 çalageran jî didome.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ya bê dem û bê dorveger de ye.

Guven 8’ê Mijdara 2018’an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê kir.

Bi hezaran kesên ji doza PKK û PAJK’ê dan ser şopa Leyla Guven,

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma destpêkê 16’ê kanûna 2018’an dest pê kiribû, di roja 155’emîn de didome.

Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 80’emîn de berdewam dike.

ÇALAKIYA ROJIYA MIRINÊ BI 30 ÇALAKGERAN DIDOME

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 20’emîn de dewam dike.

Rojiya mirinê ya koma 2’yemîn a 15 girtiyan 10’ê Gulanê de dest pê kir, di roja 10’emîn de dewam dike.

Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên 8’ê Adarê dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin.

ÇALAKGERÊN GREVÊ: BILA XELKÊ DERVE BIBIN DENGÊ ME

Çalagerên di greva birçîbûnê de li ser çalakî û berxwedana xwe axivîn û bi riya malbatên xwe peyam şandin.

Çalagerê bi navê Davût Ozer ê 144 rojin li dijî tecridkirina Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku heta dilopek xwîn di damarên wî de hebe wê li dijî tecrîdê têbikoşe.

 

Çalager Ahmedcan Bahadir jî li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê 80 rojin di greva birçîbûnê de ye, bang li hemû hêzên demokrat, aşitîxwaz û muxalifan kir ku dakevin qadan û tev li çalakiyê dayikan bibin.

 

Ji 1’ê Adarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye û 7 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê de girtiye, Erol Cengîz.

Erol li ser çalakiya xwe wiha got:

Bila mirovên li derve bibin dengê me.

 

Dr. Zekî Gul, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê û diyar kir ku ger li Girtîgehan girtî di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de be tu kes nikare bêje tenduristiya min li cih e. Gul, xwest Wezîrê Dadê bi lez şandeya Tibî bişîne girtîgehan.

Leave a Reply

Back to top button