Li dijî vê êrişa şaneyên DAIŞ’ê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê bertek nîşan da.
Nezîre dibêje “Ev êrişa li ser girtîgeha Sînaa bi desteka Tikriyê pêk hat.”
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî di heman çarçoveyê de bang li hemû welatan kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î bigirin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê der barê êrişa DAIŞ’ê de ji ajansa Hawarê re axivî.
Nezîre Gewriyê diyar kir ku êrişa DAIŞ’ê bi destekdayîna istxbarata dewleta Tirk pêk hatiye û armanc jê têkbirina armaî, ewlehî û Rêveberiya Xweser e.
Nezîre Gewriyê got:
“Heta ku dewleta Tirk piştgiriyê bide çeteyên DAIŞ’ê, wê metirsî û hewldanên zindîkirina wan bi dawî nabe.”
Nezîre Gewriyê dwiya nirxandina xwe bang li gelên herêmê kir ku destekê bidin Hêzên Asayîş û QSD’ê.
Ibrahîm El-Qeftan:Tirkiye û hikûmeta Şamê destekê didin çeteyên DAŞI’ê
Di heman çarçoveyê de, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî nirxandin kir.
Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker destekê didin van komên çete.
Li ser girîngiya darizandina çeteyên DAIŞ’ê, Îbrahîm El-Qeftan ev got:
“Bi salane em bang li civaka navneteweyî dikin ku van çeteyan darizînin û welatiyên xwe ji herêmê bibin.
Kampa Holê jî ne dûrî girtîgeha Sînaa ye.
Li wir malbat û zarokên DAIŞ’ê hene.
Dema ew zarok li ser fikirê tundraw mezin bibin, ev mijareke metirsîdar e.
Ji ber vê yekê her dewletek divê welatiyên xwe yên di girtîgeha Xiwêran û kampa Holê de bibin