QSD: Jimara çeteyên ku xwe radest kirine gihişt derdora hezarî

Navenda ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir jimara çeteyên DAIŞ’ê ku neçar man xwe radest bikin, gihişt derdora hezar çeteyî.

Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir niha operasyonên wan di beşa herî mezin ê girtîgehê de dewam dikin.

OSD’ê got: “Heta niha operasyonên kontrolkirina giştî girtîgehê dewam in.”

Li ser jimara çeteyên ku neçar man xwe radest bikin jî, QSD’ê got: Jimara çeteyên ku xwe radest kirine, gihşt derdora hezarî.

QSD: Şervanên me 23 dîlên din ji di destê DAIŞ’ê rizgar kirin

Li aliyekî din, QSD’ê ragihand ku 23 din karmendên din ên girtîgehê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dîlgirtin, hatin rizgarkirin.

Operasyonên lêgerîn û ewlehiyê yên hêzên QSD di girtîgehê de berdewam in.

Back to top button