Kongra Star salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir

Koordînasyona Kongra Star 7. salvegera rizgarkirina Kobanê û salvegera 8. a demezirandina Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Kongra Star got: “7 sal di ser rizgarkirina Kobanê re derbas bûn. Kobanê li ser asta tevahî cîhanê bûye sembola berxwedanê.

Berxwedana li dijî xetertirîn rêxistinên terorîst hemû pîvanên hêz û siyasetan guhert. Komploya li dijî Şoreşa Rojava têk bir.

Kobanê bi rihê fedekarî yê Arîn Mîrkan, Destîna, Rêvan û hemû hevalên ku li dijî terorîstên DAIŞ’ê rizgar bû.

Kongra Star balkişand ser berxwedana YPJ û YPG’ê û diyar kir ku bi saya vê berxwedanê destkeftiyên mezin hatin bidestxistin.

Kongra Star salvegera 7. a rizgarkirina Kobanê û salvegera 8. a demezirandina Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê li tevahî gelên xwe pîroz kir.

Her wiha bang li gelê kir ku têkoşîn û rêxistinkirina xwe xurt bikin, li derdora hêzên xwe kom bibin da ku destekftiyên şoreşê biparêzin.

Back to top button