Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê 3 mûşek ketin xwarê.

Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê 3 mûşek ketin xwarê. Di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.
Tê gotin ku mûşek avêtine mala Serokê Parlamentoya Iraqê. 

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, 3 mûşek li herêma Kirme ya parêzgeha Enbarê ketin xwarê.

Tê gotin yek li geraca şaredariyê û yek ji li herêma Reşad li pişt malekê ketiye.

Mûşekek neteqaye.

Li gorî agahiyan, di encamê de 2 welatî birîndar bûne.

Li gorî medya Iraqê, bi van mûşekan mala Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hedef hatiye girtin.

Yek ji birîndaran zaroke.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Back to top button