QSD’ê: 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûn

Van rojên dawî, li derdora Eyn Îsayê êrişên dijwar pêk hatin.Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya van êrişan eşkere kir. QSD’ê ragihand 3 sivîlan di van êrişan de jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dawî yên li ser gundewarê Eyn Îsayê eşkere kir.

Bîlançoya êrişan û li gorî daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye:

22’yê Çileyê, dewleta Tirk gundên Hoşan, Xalidiyê, Muelek, Mişêrfê, Cehbel, Hîşê, Salihiyê, Qadiriyê, Fatsê û Erîşa ku sivîl tê de hene, kirin armanc.

Di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûn.

23’yê Çileyê, dewleta Tirk hewl da bi bejahî êrişî gundê Bîr Îsa bikin, lê belê hêzên me hewldana wan têk bin.

QSD’ê ragihand wan rojan şerekî dijwar di navbera wan û çeteyan de derket.

Û eşkere kir 10 çete hatin kuştin, du çete birîndar bûn û 2 baregehên çeteyan hatin rûxandin.

Back to top button