QSD’ê nasnameyên 11 şehîdên berxwedana Hesekê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 11 şervanên ku di berxwedana li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Xwêran a Hesekê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ewê bi israr gel û herêmê biparêzin û li ser rêya şehîdan bimeşin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 11 şervanên ku di berxwedana li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa a taxa Xwêran a Hesekê şehîd bûne, eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser têkilî û hevkariya dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê û bi bîr xist ji destpêka şoreşa Rojava de êrişên li ser herêmê dewam dikin û di encamê de bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.

QSD’ê da zanîn îro jî hevkariya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re didome û hewl dide bi rêya DAIŞ’ê aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

QSD’ê destnîşan kir ku di êrîşa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de, careke din têkiliya rasterast a dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re, derket holê û got: “Nêzî 200 çeteyên DAIŞ’ê yên piraniya wan ji herêmên dagirkirî yên Serêkanîyê û Girê Spî, bi plansazîyeke berfireh êvara 20’ê Çile êrişî Girtîgeha Sina’a ya Hesekê kirin, ku 5000 çeteyên DAIŞ’î lê girtî ne.

Bi revandina çeteyên girtî, di serî de Hesekê xwestin li tevahî herêmê rê li ber qirkirin û dagirkeriyê vekin.”

QSD’ê diyar kir bi destwerdan û berxwedana hêzên wan ev plan û xeyalên dewleta Tirk û DAIŞ’ê hat têkbirin û got, “Di vê berxwedanê de keç û xortên qehreman ên gelên me zîrekbûn û wêrekîyeke mezin nîşan dan.

Di du rojên destpêkê de 11 qehremanên me bi fedakarî û bi ruhê fedayî şer kirin û gihîştin şehadetê.

Em jî soza xwe careke din nû dikin ku em ê bi israr gelê xwe biparêzin û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nesrîn Ehmed bi nasnav Awaz Ûrmiye, 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Cemal Oso bi nasnav Cemal Xûrxûrî 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Ehmed El Nasir bi nasnav Ehmed, 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Sûfyan El Ehmed bi nasnav Enes Hesekê, 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Ayaz Elî bi nasnav Ayaz, 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Osman Osman bi nasnav Tolhildan Faraşîn, 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Hisên Hesen bi nasnav Hisên, 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Ednan El Ibêd bi nasnav Ednan, 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Umran Xilêf bi nasnav Umran, 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Lûey Hisên bi nasnav Ketba, 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Û Mihemed Ehmed bi nasnav Mîtan Qamişlo, 22’ê Çileya 2022’an li Hesekê şehîd bû.

Back to top button