Îro taxa Xiwêran û girtîgeh ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin

Hef roj berê çeteyên DAIŞ’ê yên êrişkar û xwekuj êrişî girtîgeha sînaa a li taxa Xwêranê ya li Hesekê kirin. Hêzên QSD’ê û Asayîşê li dijî van çeteyan bi navê “Gurzên Gelan” operasyon dan destpêkirin. Piştî 7 roj şerekî dijwar dawî li êriş û plana çeteyan û hêzên li pişt wan hat anîn. Îro seat 3 kêm 10 deqe taxa Xiwêran û girtîgeha Sînaa hat paqijkirin û bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê teslîm hatin giritin.

Bi navê operasyona “Gurzên Gelan” ev 7 rojin li dijî DAIŞ’îyên êrişkar û yên dixwastin ji girtîgeha Sînaa birevin şer didome.

Ji 20’ê Çile de, piştî êrişa çeteyên DAIŞê yên êrişkar ji bo derxistina DAIŞ’yên girtî yên di girtîgeha Sînaa ya Xiwêran, hêzên Asayîşê û QSD’ê ji bo pêşiyê li planê bigrin ketin tevgerê..

Şerê 7 roj ku dewamkir, bi dehan çete hatin kuştin û bi sedan jî teslîm hatn girtin..

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê îro seatên sibehê ragihand ku hêzên wan gelek çeteyên ku êrişî girtîgehê kirin jî girtin..

Hêjmarek karmendên girtîgehê ku di dema êrişê de ketibûn destê DAIŞê hatin rizgarkirin..

QSD’ê seat derûdora 13:00 jî ragihand ku hejmareke din ji çeteyên DAIŞ`ê ku beşdarî şerê li girtîgeha Sînaa bûbûn teslîm hatin girtin.

Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê teslîm hatin girtin

Seat 3’ê kêm 10 deqe operasyona li dijî DAIŞ’ê li girtîgeha Sînaa û li taxa xiwêran bi encam bû..

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi navê operasyona “Gurzê Gelan”, girtîgeha Sînaa û taxa Xiwêran bi tevahî ji çeteyan paqijkirin..

Di salvegera rizgarkirina Kobanê de careke din DAIŞ têk çû

Bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê ku di hundirê girtîgehê de bûn teslîm hatin girtin.

 

Back to top button