Bi daxuyaniyan êrişa li dijî Girtîgeha Sînaa hat şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina êrişa li dijî girtîgeha Sînaa gelek daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker pêşengê sereke yê vê êrişê ye. Her wiha bang li civaka navnetewî hate kirin ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê dadgeheke navnewî bikin û wan ji herêmê derxînin.

Êrişa çeteyên DAIŞ’ê a li hember girtîgeha Sînaa îro ji aliyê hêzên QSD’ê hat têkbirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Reqa, Şehba û Yekîtiya Êzidiyan a li Helebê her wiha rûspiyên êla El-Cibûr bi daxuyaniyên cuda êrişa li Hesekê şermezar kir.

Malbatên şehîdan ên Reqa: Tirkiyê dixwaze bi rêya DAIŞ’ê ewlehiya li herêmê têk bibe

Li Reqayê bi dehan ji malbatên şehîdan, Meclisa Leşkerî û şêniyên herêmê daxuyanî dan .

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rola dewleta Tirk a dagirker a di êrişan de hate kirin û wiha hate gotin:

“Nehat bîra Dewleta Tirk ku Rêveberiya Xweser û hêzên wê ên leşkerî dikarin li hember her cure êrişan li ber xwe bidin û komployên qirêj têk bibin.”

Yekîtiya Êzidiyan a Heleb: Divê Civaka Navnetewî çeteyên DAIŞ’ê darizîne

Li Helebê jî bi heman armancê daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Êzidiyan ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê îşaret pê hate kirin ku terora DAIŞ’ê dixwest ji nû ve derkeve holê û ev yek dê bandora wê li ewlehiya hemû welatan hebe.

Hate diyarkirin ku divê civaka navnetewî bi erka xwe rabe û çeteyên DAIŞ’ê yên li cem QSD’ê girtîne bi avakirina dadgeheke navnewî darizîne û wan ji herêmê derxîne.

Meclisa Şehbayê: Dewleta Tirk bi rêya DAIŞ’ê dixwaze aramiya herêmê têk bibe

Her wiha li Şehbayê jî daxuyanî ji aliyê Meclisa Kantonê ve hate dayîn û hate gotin ku êrişa DAIŞ’ê ya li dijî girtîgeha Sînaa nîşan dide ku dewleta Tirk de bi roleke serke rabuye.

Hate diyarkirin piştî ku dewleta Tirk di êrişên xwe de li ser herêmê bi ser neket bi rêya vê êrişê hewl da aramî û hevgirtina pêkhateyên herêmê têk bibe.

Meclisa Êla El-Cibûr: Berxwedana hêzên QSD’ê silav kir

Meclisa Êla El-Cibûr li navçeya Til Birak a girêdayî Qamişlo daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ên ji bo têkbirina ewlekarî û aramiyê li herêmê hat şermezarkirin û ev yek hate gotin:

“Em Şêx û Rûspiyên Eşîrên herêmê bi tundî hemû aliyên ku piştgiriya rêxistinên terorîst dikin şermezar dikin.”

Di dawiya daxuyaniya de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan hat dayîn û berxwedan hêzên leşkerî hate silavkirin.

Back to top button