YPJ: Berxwedana Kobanê di wijdanê mirovahiyê de bû sembol

Bi wesîleya 7. salvegera berxwedana Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Kongrea Star, Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de îşret bi berxwedaniya Kobanê û piştgiriya tevahiya cîhanê hate kirin û bang li civaka navnetewî hate kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk yên zindîkirina DAIŞ’ê bi erka xwe rabe.

7 sal li ser Serketina Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê re, derbas bûn.

Bi vê boneyê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê daxuyaniyek da.

YPJ’ê diyar kir berxwedana Kobanê di wijdanê mirovahiyê de bû sembol û jinên pêşeng ên vê berxwedanê destanên têkoşîn û fedekariyê, afirandin.

YPJ’ê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo tola têkbirina DAIŞ’ê hilîne êrişî herêmê dike û got,

“Îsal jî bi nêzîkbûna salvegera rizgarkirina Kobanê çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de bi kar anî da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û tirs û xofê di nava welatiyan de, belav bike.”

YPJ’ê di dawiyê de bang li welatên derve kir ku bi erkên xwe rabin, welatiyên xwe yên DAIŞ’î vegerînin û wan dadgeh bikin.

Kongra Star: Berxwedana Kobanê komploya dijî Şoreşa Şojava têk bir

Kongreya jî Star bi heman armancê daxuyanî da û salvegera rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweser a Kobanê pîroz kir.

Kongra Star got, “Berxwedana Kobanê ku tevahiya gelê cîhanê piştgirî dayê, li cîhanê bû sembol û karîbû komploya li dijî Şoreşa Rojava têk bibe.”

Kongreya Star îşaret bi berxwedana li Hesekê, Til Temir û Eyn Îsa kir û got,

“Berxwedana ku hêzên parastinê dimeşînin, hêza xwe ji berxwedana dîrokî ya Kobanê digire.”

PYD: Serkeftina berxwedana Kobanê bû destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyanî da û salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiaya Xweser a Kobanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê îşaret bi berxwedana Kobanê û piştgiriya gelê Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê û gelên cîhanê hate kirin.

Her wiha bal hat kişandin ser êriş û planên li ser herêmê yên bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser.

Di dawiya de bang li civaka navnetewî hate kirin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin û sînorekî ji êrişên dewleta Tirk re deynin.

Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir

Her wiha Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, bi heman armancê daxuyanî da û salvegera serketina Berxwedaniya kobanê, Pîroz kir.

Di daxuyaniyê de berxwerdana Kobanê hate bibîrxisitn û hate gotin piştgirên çeteyên DAIŞ’ê hewl didin tola DAIŞ’ê hilînin û bûyerên Girtîgeha Xiwêran mînaka wê yekê ye.

Meclisê di dawiyê de bang li gelê herêmê kir ku hevgiritna xwe xurt bikin da ku hewldanên dijmin ên têkbirina ewlehiya herêmê têk biçin.

Back to top button