Mazlûm Ebdî: Bi têkbirina DAIŞ li Hesekê, serkeftina Kobanê nû bû

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku hêzên wan bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê, dîroka serkeftina Kobanê, careke din dubare kirin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi boneya salvegera 7’emîn a rizgarkirina Kobanê û serkeftina li Hesekê, li ser hesabê xwe yê Twitterê, daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî got: “7 sal di ser rizgarkirina Kobanê ku serkeftina yekemîn û destpêka têkbirina DAIŞ’ê bû, derbas bûn.

Îro hêzên me bi têkbirina DAIŞ li Hesekê û pûçkirina planên alîgirên wê, dîroka serkeftinê dubare dikin.

Di navbera Arîn û Awaz de 7 sal in, lê sedemên berdewamkirina rêxistina DAIŞ’ê didomin.

Ji bo bidawîkirina DAIŞ’ê pêwîstî bi îstiqrara siyasî û aborî û erêkirina navneteweyî heye.”

Back to top button